Wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê li rojavayê Quneytîrayê rêyek vekir

Buldozerek û wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê ketin rojavayê bajarokê El Refîd ê li rojavayê Quneytîrayê û rêyek di nav herêma tampon de vekir.

Wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê li rojavayê Quneytîrayê rêyek vekir
21 ÇILE, 2026   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Buldozerek û wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê ji deriyê nû yê rojavayê bajarokê El Refîd ê li gundewarên Quneytîrayê derbasî axa Sûriyeyê bûn û li herêma tampon rêyek vekir. 

Duh, dewriyeyeke Îsraîlê ku ji 2 tank û 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat, ket nav baregeheke leşkerî ya vala ya li gundê Resm El Helebî ê li Quneytîra.

(k)