Welatiyên ji Başûr hatin Rojava: Em ji bo yekrêziya Kurdî hatine

Çalakvanên ku bersiva seferberiyê dan û ji Başûr hatin Rojava, diyar kirin ku ew pêkanîna erka xwe ya netewî hatine vir û wê destekê bidin berxwedanan Rojava.

Welatiyên ji Başûr hatin Rojava: Em ji bo yekrêziya Kurdî hatine
Welatiyên ji Başûr hatin Rojava: Em ji bo yekrêziya Kurdî hatine
Welatiyên ji Başûr hatin Rojava: Em ji bo yekrêziya Kurdî hatine
Welatiyên ji Başûr hatin Rojava: Em ji bo yekrêziya Kurdî hatine
Welatiyên ji Başûr hatin Rojava: Em ji bo yekrêziya Kurdî hatine
Welatiyên ji Başûr hatin Rojava: Em ji bo yekrêziya Kurdî hatine
21 ÇILE, 2026   15:10
QAMIŞLO

Koma yekemîn û duyemîn a xelkê Başûrê Kurdistanê ku ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistan û di çarçoveya seferberiya giştî ya li hemberî êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê derbasî Rojava bibûn, gihîştin bajarê Qamişlo.

Ew ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.  

Xelkê ku cihê xwe di nava komê de girtibû nerîn û helwesta xwe ya hatina Rojavayê Kurdistanê bi ajansa me re parve kir.

Diyar kirin ku ew wekî keseke Kurd bi dildarî hatiye Rojava û wiha got: “Ji bo ku erka xwe pêk bînim hatime. Her bijî Kurd, heta Kurdeke me hebe em ê axa xwe biparêzin.”

Her wiha destnîşan kirin ku ew ji bo alîkariya gelê xwe yê Rojava hatine û wiha pê de çû: “Serkeftin ji bo gelê Rojava û serkeftin ji bo yekîtiya Kurdan. Pêwîste çar parçeyên Kurdistanê ji bo Rojava kar bikin.”

Dan zanîn ku ew hatine ji bo tevlî berxwedana gelê Kurd bibin û got: “Ez pir kêfxweş bûm, ku min di komê de Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê dît, gelek kes hatine piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Ev roj ew roje ku em ê bibêjin an em ê bi serbilindî bijîn an, êdî em serdestiyê qebûl nakin, ev yek jî fikra her Kurdekî ye. Banga min ji bo her çar parçeyê Kurdistanê tişta ji dest wan bê ji bo berxwedana Rojava pêşkêş bikin.”

Koma xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo parastinê dê berê xwe bide bajarê Hesekê.

(sb/h)

ANHA