Li Koye, Binarê Qendîlê û Germiyanê meşên bo Rojava

Xelkê navçeya Koye, Derekotir a Binarê Qendîlê û Germiyanê ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê meşên girseyî lidar xistin. Di meşan de êrişên çeteyan û dewletên piştgirên wan hatin şermezarkirin.

Li Koye, Binarê Qendîlê û Germiyanê meşên bo Rojava
30 ÇILE, 2026   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Koye û Derekotir a Binarê Qendîlê îro ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên çeteyên hikûmeta Colanî, DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker meşên girseyî hatin lidarxistin.

Di meşên girseyî de dirûşmeyên netewî hatin berzkirin û tekezî bi wê yekê hate kirin ku parastina deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê erkekî netewî yê tevayî gelê Kurde û gelê Kurd piştgiriya hev dike.

Li Derekotir a Binarê Qendîlê jî meşek hat lidarxistin û di meşê de dirûşmeyên ‘Qendîl û Rojava Yek Xwîn û Yek Cane’ hatin berzkirin. Di meşê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku pêşî li êrişên bi armanca qirkirina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bigrin.

Li sînorê Germiyan xelkê herêmê daketin qadan û bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ya ji bo Berxwedana Rojava dan nîşandan.

Di meşê de bê navber dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke’ hatin qîrkirin.