Li Kordofanê di êrişa bi dronekê de 15 zarok hatin qetilkirin

Di êrişa dronekê li kampeke penaberan a li bajarê El Sunut ê li wîlayeta Kordofana Rojava ya Sûdanê de herî kêm 15 zarok hatine qetilkirin û 10 jî birîndar bûne.

Li Kordofanê di êrişa bi dronekê de 15 zarok hatin qetilkirin
19 sibat, 2026   16:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ku agahiyên xwe dispêre raporên meydanî, di êrişa dronekê li kampeke penaberan a li bajarê El Sunut ê li wîlayeta Kordofana Rojava ya Sûdanê de herî kêm 15 zarok hatin qetilkirin û 10 zarok jî birîndar bûn.

UNICEFˊê da zanîn ku êrişî roja duşemê pêk hatiye, lê aliyê berpirsiyar destnîşan nekir û anî ziman ku agahiyên heyî diyar dikin ku hejmarek ji zarokan ji ber êrişa rasterast a li dijî kampê hatine qetilkirin.

Li wîlayeta Kordofana Roajva peywendî qut bûne, Hêzên Piştevaniya Lezgîn piran deverên wê kontrol dikin.

(fr)