Li Komkujiya Sêfo li bajarê Qamişlo komxebatek hate lidarxistin

Di komxebata der barê Komkujiya Sêfo de beşdaran destnîşan kirin ku divê gelên resen li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sekin û têkoşîna xwe rê li ber siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker bigirin.

22 hezîran 2024   21:36
QAMIŞLO

Navenda Lêkolînên Stratêjîk a Surayanî komxebatek bi sernavê “Bêparbûna ji edaletê û komkujiya Suryanî `Sêfo` û Rêyên Qanûnî yên Danpêdan û Qerebokirinê” li Dêra Keldan a li bajarê Qamişlo li dar xist. Endamên partiyên siyasî û navendên lêkolînan yên Kurd, Ereb, Suryan, nûnerên Rêveberiya Xweser di komxebatê de amade bûn.

Di komxebatê de 4 xal hatin nîqaşkirin, xala yekemîn bi sernavê “Çarçoveya qanûnî ji qirkirinê re û rêyên naskirina wê” ji aliyê Mudirê Saziya Mafên Mirovan û Heqê Insanî Dr. Wail Xêr ve hat dayîn.

Xala duyemîn bi sernavê “Zehmetiyên Pêkanîna Naskirina `Sêfo` û Xebatên wê” ji milê Seroka Yekîtiya Jinan a Suryanî Corcêt Bersomo ve hat dayîn.  

Xala sêyemîn jî bi sernavê “Tecrubeya Ermenan di naskirina komkujiyê de” ji aliyê analîzvanê siyasî û rojnamevan Mîxaîl Haciyan ve hat dayîn.

Xala çaremîn bi sernavê “Pêşinyarên ji bo naskirina Sêfo di qonaxa bê de, çawa em ê rê li ber qirkirinê bigirin” ji hêla Serokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm ve hat dayîn.

Di komxebatê hat diyarkirin ku di navbera nerastdîtinê û nenaskirinê de komkujiya Sêfo winda bûye, dewleta Tirk a dagirker naskirina komkujiya Sêfo red dike, ji ber dizane dê dîroka wê ya reş careke din aşkera bike.

Her wiha hate destnîşankirin ku nivîskar û rewşenbîr hewl dane komkujiyan belge bikin lê belê hewldanên wan têrê nekiriye û di encama nebûna ragihandinê de û dûrûtiya civata navneteweyî, komkujî nehate naskirin. 

Di komxebatê de bal hate kişandin ser hewldana civaka ermen ku qirkirina bi serê wan hatî hate naskirin û bang hate kirin ku gelê suryan sûdê ji tecrubeya ermen bigire, qirkirina bi serê wan hatî belge bikin û bêwestan kar bike ji bo ku ev komkujî bê naskirin.

Di komxebatê de teqezî bi yekitiya gelan hate kirin û di heman demê de xemsariya civata navneteweyî di pêkanîna qanûnên navneteweyî de hate şermezarkirin, ku bi awayekî nerasterast rê li pêşiya komkujiyên din vedike mîna ku niha dewleta Tirk a dagirker êriş gelên herêmê yên resen dike.

Piştre nameya rojnamevanê Ermenî Hamo Moskomiyan hat xwendin. Hamo Moskomiyan destnîşan kir ku divê gelê Suryanî-Asûrî ji bo doza xwe tê bikoşin û li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û DAIŞ`ê li ber xwe bidin.

Piştî nîqaşan, komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû. Xalên herî girîng ên encamnameyê ev in:

1.Bi tevlêbûna rêxistinên siyasî, olî, çandî û kesayetan wê sazî, peymangeh, navend, komîte bên damezrandin.

2. Ji bo naskirina komkujiyên 1915`an ji aliyê civata navneteweyî ve, divê tevahî sazî helwestekê nîşan bidin.

3. Qirkirina 1915`an derbasî materyalên dibistanan bê kirin.

4. Di wêje, huner, ragihandinê de bi awayekî stratêjîk balê bikşînin ser komkujiyên Sêfo yên 1915`an.

5.Li dewletên ku gelê me yê Suryanî lê ne, em ê di roja salvegera Sêfo de daxwaza betlaneyeke fermî bikin.

6. Em ê bi dêran re di nava civaka Suryan de der barê komkujiyên Sêfo yên 1915`an de gel hişyar bikin.

7. Di slavegera qirkirina 1915`an de li pêşiya saziyên fermî yên rojavayî û Tirkiyeyê çalakiyên protestokirinê dewam bikin.

8.Ji dewlet, rêxistinên mirovahiyê bê xwestin ku ji Komeleya Giştî ya NY daxwaza îtîrafa bi qirkirinê bê kirin.

9.  Ji bo hesab ji kesên ev komkujî kirine, bê pirsîn divê made li qanûnên navneteweyî bê zêdekirin.

10.Divê hêzên mezin, rêxistinên mirovî û dost ji Komeleya Giştî ya NY`yê daxwaznameya naskirina komkujiyê pêşkêş bikin.

11.Divê têkilî, peywendî û koordîne bi saziyên fermi û xwecih ên yonan û erman re têkildarî vê mijarê bê xurtkirin û çalakiyên hevbeş li dar bixin.

(sb-şx)

ANHA