Li Efrînê çete bi hev ketin

Li navçeya Recoyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin. Li gorî agahiyan, birîndar hene.

Li Efrînê çete bi hev ketin
22 hezîran 2024   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn -Sûriyeyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtin,e duh di navbera komên girêdayî çeteyên Feyleq El Şam de li bajarokê Meydan Ekbez ê bajarê Recoyê şer derketiye. Komek a çeteyê bi navê Ebû Ereb Hemewiye ye û koma din a serçeteyê bi navê Ebû Tahûn e. 

Li gorî agahiyên ku rêxistinê parve kirine, serçeteyekî bi 45 çeteyên tugeya El Sidîq a çeteyên Feyleq El Şam xwestiye ji komê qut bibe û tev li çeteyên "Firqeya Sultan Silêman Şah-El Emşat" bibe û korîdorên qaçaxiyê yên di bin kontrola Feyleq El Şamê de, bifiroşe çeteyên El Emşat.

Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyê bi navê Ebû Ereb Hemewiye, Ebû Tahûn girtiye dema hewl dida ji bajarokê bireve, navendên wî desteser kirine û radestî hêzên ewlehiyê yên Feyleq El Şam kiriye.

Heta niha alozî berdewam e û dem demê fîşek tên avêtin.

(şx)