Karwaneke din a koçberên Serêkaniyê 21`ê Cotmehê bi rê dikeve

Karwanê şeşemîn ê koçberên Serêkaniyê amadekariyên vegera xwe ya ji bo herêmên xwe yên resen li gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê dikin. Karwanê şeşemîn 21`ê Cotmehê bi rê dikeve.

Karwaneke din a koçberên Serêkaniyê 21`ê Cotmehê bi rê dikeve
18 cotmeh, 2026   15:45
HESEKÊ

Dê di 21`ê Cotmehê (2026) karwanê şeşemîn ê koçberên Serêkaniyê ji kampan berê xwe bidin herêmên xwe yên resen li gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê, li gorî agahiyan wê zêdetirî 600 malbat cihê xwe di karwanê de bigirin, li kêlek birêketina karwanê şeşemîn, wê 115 malbatên ku li Serêkaniyê bi cih bibûn vegerin herêmên xwe yên li bajarê Hesekê.

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl da zanîn ku wê karwan roja Çarşemê (21 Cotmeh) bi rê bikeve, ew karwan ji koçberên ku li kampan bi cih bûne pêk tê.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê jî diyar kir hatibû plankirin di hefteyê de 2 karwan ber bi warê xwe ve, bi rê bikevin, lê ihtîmala wê di hefteyê de tenê karwanek bi rê bikeve, wê hejmara malbatan a her karwanekê bê zêdekirin.

(sb)

ANHA