Li Kobanê civîna "Rola ol di siyasetê de"

Kongreya Îslama Demokratîk civînek bi navnîşana "Rola ol di rewşa siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de" li bajarê Kobanê li dar xist. Hate gotin, di serî de oldar divê hemû pêkhate li dijî kîndarî, şerê li ser nasnameyê û hewldanên derxistina nakokiyan tê bikoşin û ji bo nenavendîkirina Sûriyeyê kar bikin.

Li Kobanê civîna "Rola ol di siyasetê de"
Li Kobanê civîna "Rola ol di siyasetê de"
Li Kobanê civîna "Rola ol di siyasetê de"
Li Kobanê civîna "Rola ol di siyasetê de"
Li Kobanê civîna "Rola ol di siyasetê de"
Li Kobanê civîna "Rola ol di siyasetê de"
Li Kobanê civîna "Rola ol di siyasetê de"
24 tebax, 2025   15:08
KOBANÊ

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek bi navnîşana "Rola ol di rewşa siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de"  li dar xist. Civîn bi amadebûna bi dehan oldaran li Mizgefta Serîa ya bajarê Kobanê pêk hat.

Piştre ji rêveberên Meclisa Kantona Tebqayê ya Kongreya Îslama Demokratîk Îbrahîm Mihemed axivî.

Îbrahîm Mihemed bi bîr xist ku Sûriyeyê di qonaxeke dîrokî ya girîng re derbas dibe û ev nirxandin kir: "Di gel pirsgirêkên siyasî, civakî û olî, pevçûn û destwerdanên navneteweyî bi hev re girêdayî ne. Her aliyek dixwaze berjewndiyên xwe pêş bixin. Dema ku nîşanên hilweşîna rejîma otorîter a ku bi dehsalan welêt hukum dikir eşkere bûne, hêviyên gel ên avakirina dewletek nû li ser bingeha nirxên azadî, rûmet û edaletê mezin bûn."

Îbrahîm di dewama axaftina xwe de bal kişand ser komkujiyên li Siwêda û perava Sûriyeyê li dijî Elewî û Durziyan hatin kirin û wiha got: "Ev komkujî di nava bêdengiya navneteweyî û  herêmê de hatin kirin, dîsa hesabê wê nehatin dayîn. Ji ber bêdengî û hesabnexwestinê  jî alozî mezintir bû û komkujî dewam kir."

Îbrahîm da zanîn ku helwestên kîndarî û gotinên nefretê ku di medyaya dîjîtal têne parvekirin, gefê li yekitiya civaka Sûriyeyê dixwin û hewldanek e ji bo ji nû ve hilberandina şer li ser nasnameyê ye. Îbrahîm got, li şûna gûrkirina nakokiyan, divê li çareseriyên dadperwer û berfireh bigerin.

Beşdaran jî nêrînên xwe der barê rola ol di siyasetê de anîn ziman û got, di serî de oldar divê pêkhateyên herêmî bi hemû ol, bawerî û neteweyên xwe dest bidin hev, li dijî komkujiyan, şerê li ser esasê nasnameyê û hewldanên parçekirina Sûriyeyê rabin û ji bo nenavendîkirina welat bixebitin.

(sş/bb)

ANHA