Li Eyn Îsayê têkildarî pergala hevserokatiyê semîner

Kongra Star li bajarê Eyn Îsayê ji bo şîrovekirina pergala hevserokatiyê, girîng û rêbazên pêşxistina xebatê semînerek da.

Li Eyn Îsayê têkildarî pergala hevserokatiyê semîner
Li Eyn Îsayê têkildarî pergala hevserokatiyê semîner
Li Eyn Îsayê têkildarî pergala hevserokatiyê semîner
Li Eyn Îsayê têkildarî pergala hevserokatiyê semîner
24 tebax, 2025   14:45
EYN ÎSA

Bi amadebûna hevserokên sazî û rêveberiyên girêdayî Meclisa Bajarê Eyn Îsayê yên kantona Firatê, Kongra Star li hola semîneran semînerek da. Endama rêveber a Kongra Star Ruqeya Mihemed di semînerê de axivî û bal kişand ser girîngiya rola pergala hevserokatiyê ku yek ji pergalên rêveberî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.

Ruqeya diyar kir ku pergalên hevserokatiyê yek ji pergalên rêveberiyê yên dûrî desthilatê û biryardana yekalî ye. Di wê pergalê de nêzîkatiyeke hevkar ji bo sazkirina pêdiviyên xizmetguzarî û îdarî yên ku sazî û rêveberî ji bo pêşdeçûna bidestxistina encamên baştirîn hewce ne, pêk tê.

Ruqeya diyar kir ku "Pêdiviya me di vê demê de ew e ku em baweriya xwe bi hevserokatiyê xurttir bikin û bi rêya hilbijartina endamên xwedî kapasîteyên baş, pisporiyên zanistî û dostane berpirsiyariyên xwe hilgirtin, da ku modeleke hêja di sazî û rêveberiya xwe de pêk bînin."

Ruqeya di dawiyêd e girîngî da berdewama xwepêşxistinê, neketina bin bandora rûtîn û bîroqratiya îdarî ku armancan pêşxistinê bin pê dike.

(fr)

ANHA