Li Kirmaşanê qesra bajêr hat şewitandin û baregeh hat gulebarankirin

Qesra bajarê Kirmaşanê ji hêla gel ve hat şewitandin,  li bajêr pevçûnên tund diqewimin û baregeheke rejîmê hat gulebarankirin.

Li Kirmaşanê qesra bajêr hat şewitandin û baregeh hat gulebarankirin
7 ÇILE, 2026   01:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bênavber didomin.  Li gorî agahiyan, qesra bajarê Kirmaşanê û gelek saziyên dewletê yên li bajêr hatine şewitandin.

Hêzên rejîmê yên ku li bajêr bi cih bûne û hewl didin xwepêşandana gel asteng bikin, gel li kolanan berxwedana xwe didomîne.

Her wiha li bajarê Îlamê ku bûye yek ji navendên xwepêşandanan, gel bi keviran bersiva dan hêzên rejîmê.

Tê payîn ku xwepêşandan dê bidomin û dê berfireh bibin.

Serhildana gel li Kirmaşanê heta saetên dereng ên şevê berdewam dike. Li Kirmaşanê li dijî baregeheke rejîmê hat gulebarankirin

Serhildana gel a li paytext Tehranê mezin dibe

Li navçeyên Tehranpars û Xak-e Sefîd ên Tehranê, serhildana gel kolanan tijî dike.