Xelkê Dirbêsiyê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina êrişên komên hikumeta demkî yên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan.

Xelkê Dirbêsiyê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan
Xelkê Dirbêsiyê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan
Xelkê Dirbêsiyê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan
Xelkê Dirbêsiyê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan
Xelkê Dirbêsiyê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan
7 ÇILE, 2026   00:54
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo  şermezarkirina êrişên komên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bajarokên Dêr Hafir û bendava Tişrînê daketin qadan.

Şêniyan ku alên QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn  hildan û dirûşmên silavkirina berxwedana her du taxan berz kirin, bi erebeyan di nava kolan û qadên bajar geriyan.

Herî dawî li qadekê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê şêniya bi navê Fadiya Şêxo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên komên hikumeta demkî hatin şermezarkirin û peyama piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate dayîn.

Hate gotin "Tu kes nikare vîna gelê berxwedêr ê ku şerê gel ê şoreşgerî esas girtiye, bişkîne".

(b)