Komên hikumeta demkî careke din dest bi êrişan kirin

Komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi droneke xwekujî êrişî taxa Şiqêf kir. Di heman demê de bi tankan derdroa eniya Kastelo û derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê topbaran dikin.

Komên hikumeta demkî careke din dest bi êrişan kirin
7 ÇILE, 2026   01:45
HELEB

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê der bar êrişên komên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de agahiyên nû parve kirin.

Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku komên hikumeta demkî bi droneke xwekujî taxa Şiqêf bombebaran kir. Di heman demê bi tankan derdora eniya Kastelo û derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê topbaran dikin.

Hêzên Ewlekariyê da zanîn ku ew bersiva jêdera êrişan didin, rewşa meydanî dişopînin û ji bo parastina sivîlan tedbîr girtine.

Di êrişên ji nîvro û şunde yên li ser her du taxan de 4 kes şehîd bûn û 38 jî birîndar bûn.

(b)