Li Karlsruhê polîsan mudaxeleyê protestoya Rojava kirin

Li bajarê Karlsruhê yê Almanyayê bi armanca piştevaniya bi Rojava re meşek hate lidarxistin. Polîsan mudaxeleyê meşê kiri û ciwan bi lêdanê destgîr kirin.

Li Karlsruhê polîsan mudaxeleyê protestoya Rojava kirin
8 sibat, 2026   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Karlsruh ê Almanyayê, ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava li Qada Markplatzê meşek hate lidarxistin, bi sedan Kurdistanî û dostên tev li meşê bûn.

Gelek polîs sewqî qada meşê hatin kirin. Alên YPG, YPJ û PYD’ê û dirûşmeyên der barê azadiya Rêber Apo de hatin qedexekirin. Polîsan destûr nedan bikaranîna pergala deng û mîkrofonê. Hate diyarkirin ku polîsan bersiva keyfî daye pirsa rojnemavanan ên li ser binda hiqûqê.

Di dawiya çalakiyê de jî bi hinceta ku “cilên gerîla” ne mudaxeleyê ciwanên ku cilên Kurd ên neteweyî li xwe kiribûn, kirin. Ciwanên ku bi lêdanên hatin destgîrkirin, piştî karûbarên bi saetan dewam kir, hatin berdan.