Jinên ji Kobanê: Em ê deskeftiyên xwe biparêzin

Jinên Kobanê destnîşan kir ku di şerê Kobanê de bi destê jinan çeteyên DAIŞ`ê tê çûn û got "Em ê bi hêza jinan destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin.”

Jinên ji Kobanê: Em ê deskeftiyên xwe biparêzin
9 sibat, 2026   06:25
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Jinên bajarê Kobanê têkildarî parastina destkeftiyên şoreşa Rojava û berxwedana jinan, nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Bakîre Sincar diyar kir ku jinan bi hemû hêza xwe li ber xwe da û jin dikare cîhanê bi rêve bibe û wiha got: "Ji 2012`an hata roja me ya îro, destkeftiyên ku me bi dest xwe emê heta dawiyê biparêzin. Em wek jin her tim tê bikoşin.”

Cemîle Xelîl anî ziman ku êrişên dijimin her tim li ser tevgera jinan in û got: "Em ê her tim li hemberî dagirkeriyê têkoşîn bikin û li ber xwe bidin, da ku êrişên dijmin têk bibin. Em xwedî şoreşa Rojava ne û xwedî van destkeftiyane, em ê heta kêliya dawiyê destkeftiyên şoreşa Rojava bi taybet ya jin biparêzin û dijmin têk bibin.”

Cemîleyê da zanîn ku bi destê jinan çeteyên DAIŞ`ê di Kobanê de têk çûn û wê her tim têkçûna dijmin bi destê jinan be û got: "Jin xwedî hêz û moraleke herî mezin û xurte, em ê her tim li ser piyan bin û destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin."

Rodîn Mihemed jî destnîşan kir ku dijmin ji hêza jinan ditirse û lewra tu kes hebûna jin qebûl nake, ji ber ku bi destê jinan dijmin têk çû û got: "Em xwedî hêzin û em dikarin bi hemû hêza xwe destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin. Heta dilopek xwîn di canê me de hebê, em ê li ser xeta berxwedanê bin û destkefiyên xwe biparêzin."

ANHA