Li kantona Firatê turnuvaya futbolê

Di tûra yekemîn a turnuvaya futbolê ya deste û saziyên li kantona Firatê de, Tîma Meclisa Malbatên Şehîdan û ya Rêveberiya Xwecih li hember Tîma Veguheatin û Tîma Nivîsgeha Enerjiyê bi ser ketin.

Li kantona Firatê turnuvaya futbolê
Li kantona Firatê turnuvaya futbolê
Li kantona Firatê turnuvaya futbolê
Li kantona Firatê turnuvaya futbolê
Li kantona Firatê turnuvaya futbolê
18 kanûn, 2023   12:08
KOBANÊ

Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de turnuvayeke futbolê ya deste û saziyên li kantona Firatê dest pê kir.

Di tûra yekemîn a turnuvayê de ku duh li Kobanê dest pê kir, Tîma Malbatên Şehîdan li hember Tîma Veguhastinê 6-0 bi ser ket. Her wiha Tîma Rêveberiya Xwecih li hember Tîma Nivîsgeha Enerjiyê 4-2 bi ser ket.

Di tûra duyemîn de jî dê îro Tîma Nivîsgeha Parastinê û Tîma Ragihandinê li hember hev bilîzin. Her wiha Tîma Peywendiyan li hember Tîma Rêveberiya Dibistanên Kobanê dilîze.

Ji deste û saziyên kantona Firatê 19 tîm beşdarî turnuvayê bûne. 19 tîm li ser 4 koman hatine belavkirin. Ji bilî koma dawîn ku ji 4 tîman pêk tê, tevahî kom ji 5 tîman pêk tên.

(bb)

ANHA