Mîrasa têkoşînê ya şehîd Rizgar li dû xwe bû zemîna bingehîn a avakirina ragihandina azad

Şehîd Rizgar Deniz mîraseke mezin a têkoşînê li dû xwe hişt ku di têkoşîna me ya ragihandina azad de bûye zemîneke bingehîn. Hevreyên şehîd Rizgar xeta wî û xeta şehîd Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed didomînin û di oxira ragihandina heqîqetê de hevalê me Seed Ehmed, piştre jî Îsam Ebdullah canê xwe feda kir.

Mîrasa têkoşînê ya şehîd Rizgar li dû xwe bû zemîna bingehîn a avakirina ragihandina azad
Mîrasa têkoşînê ya şehîd Rizgar li dû xwe bû zemîna bingehîn a avakirina ragihandina azad
18 kanûn, 2023   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (18′ê Kanûnê) salvegera 6′emîn a şehadeta hevreyê me Rizgar Deniz e. Şehîd Rizgar ji bo ragihandina dengê heqîqetê, kedeke mezin da.

KURTEJIYANA ŞEHÎD RIZGAR

Rizgar Adanmiş 19′ê Sibata 1991′ê li herêma Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê çavê xwe li dinê vekir. Malbata Rizgar ji ber êriş û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a dagirker neçar ma ji warê xwe bibe û berê dide Başûrê Kurdistanê. Piştî rêwîtiyeke biêş, malbata şehîd Rizgar wekî gelek malbatên din ên ji Bakur di sala 1998′an de li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi cih dibe.

Rizgar Adanmiş xwendina xwe bi zimanê dayikê li Dibistana Nûrî Dêrsimê û Dibistana Karasungur xwend ku ji aliyê şêniyên wargehê ve hatibûn vekirin. Di dibistanê de bi jîrekbûna xwe dihat nasîn. Her wiha xwendina xwe ya navîn û amadehî li Dibistana Şehîd Koçerîn qedand û di sala 2010′ê de derbasî li Zanîngeha Selahaddîn a li Hewlêrê beşa ragihandinê bû. Di sala 2012′an de cihê xwe di saziyên ragihandina azad ên li Mexmûrê de girt û di sala 2013′an ji Fakulteya Ragihandinê derçû.

Rizgar piştî ku ji zanîngehê derdiçe, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa wargehê û bexwedana gelê Kurd a li hemberî mêtingeriyan û sûcên ku li dijî gelên Kurdistanê têne kirin, ked da. Piştî demeke kurt beşdarî dewreyeke perwerdeyê ya li Akademiya Gurbetellî Ersoz dibe ku 3 mehan li çiyayê Kurdistanê hatibû birêxistinkirin. Piştre jî hat Rojavayê Kurdistanê, cihê xwe di nava şoreşê de girt û kêliyên pêşketina şoreşê bi raya giştî re ragihand.

Rizgar Deniz wekî nûçegihanê me kar kir, pêngavên rizgarkirina Til Hemîs û Til Birak ku di sala 2015′an de pêk hatin, her wiha Pêngava Şehîd Rûbar a Rizgarkirina Çiyayê Kezwan di sala 2015′an de kêlî bi kêlî şopand.

Rizgar Deniz israr kir ku pêngava rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ′ê ya sala 2015′an bişopîne, bi awayekî prfesyonel kêliyên pêngavê belge kir. Bi ragihandina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ′ê re di 9′ê Îlona 2017′an de, Rizgar berî da eniyên şer û berxwedana li wir hatî kirin bi raya giştî re parve kir.

12′ê Cotmeha 2017′an, dema ku komeke sivîl ji herêmên di bin kontrola DAIŞ′ê de ber bi herêmên ku QSD′ê rizgar kirin ve direviyan, çeteyên DAIŞ′ê li ser rêya Xurafî (Hesekê-Dêrazorê) du erebeyên bombebarkirî di nav wan de teqandin. Di encamê de ji nûçegihanên me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûn, Rizgar Deniz jî bi giranî birîndar bûn, li nexweşxaneyên Hesekê, piştre jî li nexweşxaneyên Qamişloyê, herî dawî li Şamê tedawî dibû.

Tevî hemû hewldanên bijîşkan hevreyê me Rizgar Deniz 18′ê Kanûnê tev li karwanên nemiran bû.

Şehîd Rizgar Deniz mîraseke mezin li dû xwe hişt ku di têkoşîna me ya ragihandina azad de bûye zemînek. Hevreyên şehîd ên ANHA′yê xeta şehîd Rizgar, Dilîşan û Hogir didomînin û di oxira ragihandina heqîqetê de Seed Ehmed û Îsam Ebdullah şehîd bûn.

Wekî Rêveberiya ANHA′yê em soz didin em ê xeta hevreyên xwe yên şehîd bişopînin û mîrasa wan a têkoşînê biparêzin.

(bb)

ANHA