Şehîd Ebas Mehmo hat oxirkirin

Şervanê Hêzên Komandos şehîd Ebas Mehmo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat oxirkirin.

Şehîd Ebas Mehmo hat oxirkirin
Şehîd Ebas Mehmo hat oxirkirin
Şehîd Ebas Mehmo hat oxirkirin
Şehîd Ebas Mehmo hat oxirkirin
Şehîd Ebas Mehmo hat oxirkirin
Şehîd Ebas Mehmo hat oxirkirin
Şehîd Ebas Mehmo hat oxirkirin
Şehîd Ebas Mehmo hat oxirkirin
Şehîd Ebas Mehmo hat oxirkirin
Şehîd Ebas Mehmo hat oxirkirin
Şehîd Ebas Mehmo hat oxirkirin
18 kanûn, 2023   12:24
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê şervanê Hêzên Komandos ên QSD`ê şehîd Ebas Mehmo ku di 15`ê Kanûnê de li Dêrazorê şehîd bûbû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan oxir kir.

Di merasîmê de hevalên şehîd, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Kongra Îslama Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Kêfo Osman axivî û wiha got: “Madem gelê me xwedî îradeyeke xurt e, tu carî binketin para me nabe. Em bi saya şehîdên xwe serfiraz in, ew bi erka xwe zindî mane.”

Kêfo Osman bal kişand ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Bersiva me li hemberî dijmin îradeya me ye, em ê bi îradeya xwe bersivê bidin, em niha însaniyeta xwe şanî mirovahiyê dikin û her dem ji bo şehîdên xwe em soza xwe nû dikin.”

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Casir Salih jî axivî û da zanîn ku tu peyv têra fedakariya şehîdan nakin.

Li ser navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) fermandarê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan axivî û destnîşan kir ku ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve bi pêşengiya gelê Kurd hêzên leşkerî hatin avakirin, pê re jî pêkhateyên din jî tev lê bûn û got: “Niha jî di nava xwepêşandanên li Siwêdayê de şênî pankartên silavkirina QSD`ê û Rêveberiya Xweser radikin.”

Piştî xwendina wesîqeya şehîd Ebas Mehmo, bavê şehîd Ebas Hisên Mehmo li pêşberî girseyê bixêrhatia girseyê kir.

Cenazeyê şehîd Ebas Mehmo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.

(sb)

ANHA