Li kantonên Reqa û Cizîrê dibistan 4 rojan tên girtin

Li kantonên Reqa û Cizîrê ji ber belavbûna nexweşiyên demsalî dibistan 4 rojan tên girtin.

Li kantonên Reqa û Cizîrê dibistan 4 rojan tên girtin
16 kanûn, 2025   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteyên Perwerde û Fêrkirinê yên kantonên Reqa û Cizîrê biryara bi hejmara 291’an da.

Li gorî biryarê, ji ber belavbûna nexweşiyên demsalî, li ser daxwaza malbatên xwendekaran û ji bo parastina tenduristiya xwendekaran, Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi hemahengiya desteyên tenduristiyê yên kantonên Reqa û Cizîrê biryar didin ku dibistan 4 rojan werin girtin.

Di biryarê de hate diyarkirin ku dibistan ji sibe (17 Kanûn 2025) heya roja Şemiyê (20 Kanûn) tên girtin.

(b)