Erebeyeke hêzên hikumeta veguhêz teqiya

Li bajarê El Bûkemal ê Dêrazorê erebeyeke barhilgir a teqemeniyê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz teqeiya. Di encamê de kuştî û birîndar hene.

Erebeyeke hêzên hikumeta veguhêz teqiya
16 kanûn, 2025   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şahidan, li bajarê El Bûkemal ê rojhilatê bajarê Dêrazorê erebeyek barhilgir a teqemeniyê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê teqiya.

Li gorî çavkaniyan, di encama teqînê de kuştî û birîndar çêbûne.

Der barê sedem û encamên teqînê de daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Ji dîmenên ku hatine parvekirin, xuya dibe ku duman ji erebeyek pikup a hêzên leşkerî yên hikumetê radibe.

(b)