Rewşenbîr: Gotinên nefretê aştiya civakî têk dibin

Rewşenbîrên li Girkê Legê destnîşan kir ku zêdebûna gotinên nefretê û kîndariyê bûye sedema tirsê û bandorê li aramiya civakî û têkiliyên di navbera pêkhateyên cuda de dike. Rewşenbîran got divê naverokên medyayê bên kontrolkirin û diyaloga navxweyî were xurtkirin.

Rewşenbîr: Gotinên nefretê aştiya civakî têk dibin
16 kanûn, 2025   02:50
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Rewşenbîrên li bajarê Girkê Legê der barê xetereyên zêdebûna gotinên nefretê û kîndariyê yên li ser platformên medyaya dijîtal û yên çepemeniyê, hişyarî dan, ji ber ku ew tevna civakî dixin xetereyê û derfetên pêkanîna aştiyê têk dibin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Şemsedîn Nesredîn destnîşan kir ku "zêdebûna gotinên nefretê bêbaweriyê di navbera pêkhateyan de gur dike, derfetên ji bo jiyana hevbeş kêm dike û jîngeheke aloz diafirîne.”

Nesredîn got: "Rêya herî rastîn a derketina ji vê rewşa aloziyê, xurtkirina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê ye, bi rêya diyalogê baweriyê vedigerîne û rê li ber çareseriyên ku ji hundirê civakê bi xwe hatine çêkirin vedike."

Endamê yekitiyê Bengîn Adem da zanîn pêşîgirtina gotinên nefretê tenê bi rakirina naveroka êrişkar û xerab bi dawî nabe, lê belê bi peydakirina gotar û nêrîneke alternatîf pêk tê, ku hişmendiyê û ramana rexnegir pêş bixe. Adem got: "Siberoja Sûriyeyê dê li ser nakokî yan jî dûrxistinê neyê avakirin, lê li ser diyalog û hevdîtinê tê avakirin."

Adem her wiha got: "Têkoşîna li hember nefretê pêvajoyek dirêj e, di medyayê de dest pê dike, dighêje dibistanan û malan, û bi diyalogek neteweyî bi dawî dibe. Her projeyek ji bo siberojê ger ew li ser hevdtînên rasterast di navbera Sûriyan de neyê avakirin, dê têk biçe."

Endamê yekitiyê Şewket Muslim jî destnîşan kir ku weşana serhêl hişt ku agahiyên derew û naveroka êrişkar û xerab belav bibe, ev jî bû sedema nakokî û parçebûnê di navbera sûriyeyiyan de. Muslim got: "Girîngiya danîna standardên pîşeyî ji bo belavkirina naverokê, da ku platformên dîjîtal bibin qadên diyalogê, ne amûrên nefretê."

Muslim hişyarî da ku saziyên medyayê îro ketine pêşberî ezmûneke dijwar, ji ber ku erka wan êdî ne tenê ragihandina nûçeyan e, lê niha parastina raya giştî ji nûçeyên derew û naveroka kîndar jî erka wan e. Muslim got kontrolkirina naveroka dîjîtal bûye pêdivîyek ji bo parastina civakê.

Li ser medyaya dîjîtal, naverokên kîn û nefretê pir zêde bûne. Li hemberî wê jî derdorên civakî û rewşenbîr banga xurtkirina diyalogê û rawestandina gotinên nefretê dikin.

(k)

ANHA