Li Kalîforniyayê di êrişekê de 4 kes hatin kuştin

Li Stockonê ya Kalîforniyayê di êrişa çekdarî ya li hola boneyan de 4 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.

Li Kalîforniyayê di êrişekê de 4 kes hatin kuştin
30 mijdar, 2025   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên polîsên Amerîkayê ragihandin ku li bajarê Stocktonê yê Kalîforniyayê, êrişeke çekdarî li hola boneyan li dijî kombûna malbatekê pêk hat. Rayedaran dane zanîn ku di êrişê de 4 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.

Berdevka Ofîsa Waliyê San Joaquin, Heather Brent ku li cihê bûyerê daxuyaniyek da çapemeniyê got, di nav qurbaniyan de zarok jî hene û diyar kir ku nîşanên destpêkê "diyar dikin ku ev dibe ku gulebaranek armanckirî be."

Lêkolînera li ser êrişê dewam dike.

(bb)