Li Japonyayê çalakiya ji bo Rojava

Kurdên ku li eyaleta Saitama ya Japonyayê dijîn û dostên wan ên Japon li hember êrişên li ser Rojava daketin qadan.

Li Japonyayê çalakiya ji bo Rojava
Li Japonyayê çalakiya ji bo Rojava
Li Japonyayê çalakiya ji bo Rojava
Li Japonyayê çalakiya ji bo Rojava
Li Japonyayê çalakiya ji bo Rojava
31 ÇILE, 2026   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çalakiyên ku li pêşiya stasyonên Warabi û Nishi Kawaguchi hatin lidarxistin de, li dijî şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurdên Rojava derketin qatan.

Di çalakiyan de dirûşmên “Rojava ne bi tenê ye” û “Em ê li dijî zulm û kuştinê bêdeng namînin hatin berzkirin.

Beşdarên çalakiyan destnîşan kirin ku Kurdên li Japonyayê û gelê Japon ji bo dad, aşitî û rûmeta mirovatî li qadê ne.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku Kurdên li Japonyayê dê li dijî êrişên li ser Rojava çalakiyên xwe bidomînin û dê tu carî li ber çeteyên cîhadîst ên ku piştgiriyê ji Tirkiyê digrin serî netewînin. Hate gotin ku wê heta bi destxistina statûya Rojava çalakiyên xwe bidomînin.