Şervaneke Ereb a YPJ`ê: Em Kurd û Ereb bi hev re axa xwe diparêzin

Ji eniya şere şervaneke ereb a YPJ`ê bang li civaka kurd û ereb kir ku nekevin xefikên aliyên ku dixwazin di navbera gelan de fitnê çêbikin.

Şervaneke Ereb a YPJ`ê: Em Kurd û Ereb bi hev re axa xwe diparêzin
31 ÇILE, 2026   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Hesekê şervanên kurd û ereb bi hev re axa xwe diparêzin û yek ji wan şervanan di derbarê hewildanên fitneyê ku dixwazin di navbera pêkhateyan de derxînin dibêje:

“Em weke gelê Kurd û Ereb di dîrokê de bi hev re jiyan kir ye. Ez weke keçekî Ereb di nav refên YPJ`ê di bi fikrê Rêbertî a Netewa Demokratîk dimeşim û ji vê fikrê bawerdikim.

Hêvîdarim ku gelê me yê Ereb vegere li ser fikra Rêbertî. Ji ber ku xilasiya gelan di vê fikrê de ye.

Xilasiya gelan di projeya xuşk û biratiya Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez de ye û ev proje wê serbikeve.”