Li Iraqê 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Îstîxbarata Iraqê ragihand ku 11 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Nînowayê hatin girtin. NAVENDA NÛÇEYAN

Li Iraqê 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10 mijdar 2023   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Îstîxbarata Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 11 çeteyên DAIŞ’ê li deverên cuda yên parêzgeha Nînowayê hatin girtin.

Di heman daxuyaniyê de destnîşan kir ku çeteyên ku li gorî benda 4 ya yasaya terorê dihatin lêgeran, li xwe mikûr hatine ku endamên DAIŞ’ê ne û di beramber de pere digirtin. Çeteyên hatîn girtin ji bo dadgehê hatine şandin da ku werin darizandin.