Li Îranê erd hejiya

Li Îranê ku di bin êrişên Îsraîlê de, bi mezinahiya 5.1 pileyî erd hejiya.

Li Îranê erd hejiya
22 hezîran, 2025   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, li Îranê bi pileya 5.1 erd hejiyaye û bandora xwe li bajarên Tehran, Kerec, Demavand û Kûmê kir.

Hate ragihandin ku erdheja bi 5.1 pileyî bi 10 kîlometreyan li binê erdê û bi 37 kîlometreyan li başûrrojavayê bajarê Semnanê pêk hat.

Ajansa nûçeyan a Îranê Tasnîmê ragihand ku mezinahiya erdhejê 5.2 pile bû.

Ajansa nûçeyan a fermî Îrnayê jî ragihand ku ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehatiye, tenê xisar li malekê bûye.