Jinên efrînî: Çeteyan ji warê me derxin!

Jinên efrînî diyar kirin ku sûcên li bajarên wan  têne kirin li dijî qanûnên navneteweyî, pîvanên mirovî û peymanên mafên mirovan ne. Jinên koçber banga derxistina çeteyan ji Efrînê kir.

Jinên efrînî: Çeteyan ji warê me derxin!
22 hezîran, 2025   13:45
REQA

Jinên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, li pêşiya avahiya Hewza Firatê kom bûn. Jinan bi amadebûna bi dehan koçberên ji Efrîn-Şehbayê û endamên Kongra Star der barê sûcên li Efrînê têne kirin de  daxuyaniyek da.

Bi navê jinên efrînî Erîfe Hebeş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker hîna sûcên serdegirtin, binçavkirin, revandina bi mebesta standina fidiyê li dijî sivîlên li Efrîn, Şehba û deverên din ên dagirkirî dikin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi qetilkirina ciwanê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo hat kirin û wekî berdewama sûcên dermirovî û binpêkirina qanûnên navneteweyî yê têkildarî parastina mafên zarokan hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de qetilkirina Mistefa û sûcên dîtir bi tundî hatin şermezarkirin, bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, Neteweyên Yekbû û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) jî hatin kirin ku erkên xwe yên mirovî bi cih bînin û çeteyan ji Efrîn û herêmên din ên dagirkirî derxin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, hesabnepirsîna ji van sûcan baweriya bi saziyên navneteweyî kêm dike .

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hatin kirin "Herêma Efrînê bixin bin çavdêriya navneteweyî, vegera ewle  ya koçberan a li warê wan di bin çavdêriya navneteweyî mîsoger bikin û binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin."

(bb)

ANHA