Li Hurmuzê li keştiyekê hat xistin

Li Tengava Hurmuzê bi mûşekeke nenas li keştiyekê hat xistin, zirarên madî çêbûn.

Li Hurmuzê li keştiyekê hat xistin
11 cotmeh, 2026   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihand ku dema keştiyek ji Tengava Hurmuzê derdiket ji aliyê çepê ve bi mûşekeke nenas derbe xwar. Di encamê de tenê zirarên madî çêbûn.

Ev êriş ligel zêdebûna xeteriyên ewlehî li dijî keştiyên bazirganî û tankerên petrolê li derdora Tengava Hurmuzê pêk tê.

(f)