Baregehên Tirkiyeyê vegera koçberên Serêkaniyê ya gundan asteng dike

Hîn jî vegera bi ewle ya şêniyên gundewarên Serêkaniyê ya ji bo malên xwe ji ber hebûna baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li gundan rastî astengiyan tê, leşkerên di baregehan de nahêlin ku şênî nêzî malên xwe bibin.

Baregehên Tirkiyeyê vegera koçberên Serêkaniyê ya gundan asteng dike
12 cotmeh, 2026   03:45
HESEKÊ

Di 8`ê Cotmehê de hêzên dewleta Tirk ên ku li gundewarên Serêkaniyê bi cih bûne, li gundê El Menax, El Derbo, El Kinhîr, El Seyîd û El Hecac rê li ber şêniyên resen ên ku di karwanê çaremîn de cih girtibûn girt û nehişt ku vegerin gundên xwe.

Der barê mijarê de Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Parêzer Mehmûd Cemîl da zanîn ku hejmarek malbatên koçber ji ber hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li gundan nikarîbûn derbasî gundên xwe bibin.

Cemîl destnîşan kir ku li zêdetirî 4 gundan ku di nav wan de El Menax, Bab El Ferc, Dawidiya Mele Selman, El Erîşe û El Derbo hene de, hîn pirsgirêk heye.

Mehmûd Cemîl diyar kir ku piştî ketina wan a gundan hat qedexekirin malbatên ku vegeriyane neçar mane li kêlek gundên xwe konên xwe deynin. Bi van gotinan Cemîl hestê wan anî ziman: “Şênî ji konên li kampan çûn di konê li kêlek gundên xwe de bi cih bûn, ev jî zehmetiyeke nû ye.”

Mehmûd Cemîl da zanîn ku komîte di civînê xwe yên bi Tîma Serokatiyê re vê dozê vedibêjin û ji bo vekişandina wan bareghan ê ku bûye astengiyeke mezin li pêş dabînkirina vegera bi ewle ya koçberan, daxwaz dikin ku zext li ser dewleta Tirk bê kirin.

Mehmûd Ceml destnîşan kir ku ev gund hîn di bin kontrola baregehên dewleta Tirk de ne, leşkerên Tirk nahêlin ku xelk ji dûr ve jî nêzî gund bibin, domandina vê rewşê wê rê li ber vegera şêniyan ji bo malên wan bigire.

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), hêzên navneteweyî û hikumeta veguhêz kir ku destwerdanê bike û ji bo vekişîna baregehên dewleta Tirk ji gundewarên bajarê Serêkaniyê xebatê bidin meşandin.

(sb)

ANHA