Netanyahu: Îsraîl rê nade Îranê çekên nukleerî bi dest bixe

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku Îsraîl nahêle Îran çekên nukleerî bi dest bixe.

Netanyahu: Îsraîl rê nade Îranê çekên nukleerî bi dest bixe
2 hezîran, 2026   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di merasîma radestkirinê ya di navbera serokê Mossadê yê berê David Barnea û serokê nû Roman Gofman de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got: "Mossad dê di pêşngiya têkoşîna me ya li dijî êrişkariya Îranê de be. Bi berdewama siyaseta bêwestan a ku em bi salan e dimeşînin em ê nehêlin ku rejîma Îranê dolabê dîrokê paşve bizivirîne."

Netanyahu li gotina xwe zêde kir ku: "Em ê rê nedin ku ew çekên nukleerî bi dest bixin, em ê nehêlin ku ew hebûna me tehdît bikin."

Netanyahu wiha domand: "Ev rejîma ku tirs li her derê belav kiriye dê di dawiyê de ji rûyê erdê were tunekirin û em ê alîkariya wê bikin ku bigihîje vê armancê. Wê demê wê vv rejîm bi bombeyên nukleerî û bi hezaran mûşekên balîstîk ên kujer gefê li me nexwe."

Di dawiya axaftina xwe de Netanyahu anî ziman ku: "Ev perspektîv û talîmatên min in û ev erkê we ye."

(fr)