Li Ceremana teqîn: Hejmarek kes birîndar bûn

Li Kornîş El Nesîm li nêzî Geraca Siwêdayê ya bajarê Ceremana yê Rîf Şamê teqînek çêbû, di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.

Li Ceremana teqîn: Hejmarek kes birîndar bûn
14 mijdar, 2026   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê, teqîneke ku jêdera wê nenas e li derdora Kornîş El Nesîm li nêzî Geraca Siwêdayê ya bajarê Ceremana yê Rîf Şamê pêk hat, di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.

Heta niha xwezaya teqînê yan jî hûrgiliyên wê nehatin zelalkirin û tu daxuyaneyeke fermî der barê bûyerê de nehatin dayîn.

(f)