Li Humsê 3 welatiyên Qamişlo hatin revandin

Hêzên desthilata Şamê 3 welatiyên ji kantona Cizîrê, dema ji Şamê vedigerîn, revandin.

Li Humsê 3 welatiyên Qamişlo hatin revandin
2 sibat, 2025   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên ji bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ji bo tedawiyê bi erebeyekê çûbûn Şamê, lê di dema vegerê de hêzên desthilata Şamê li ser benda yekemîn a kontrolê ya li bajarê Humsê 3 kes ji wan revandin. Navên wan wiha ne; Fadî Mihemed Emîn Omer, Lezgîn Salih Ebdî û Nûbar Seîd Cankîr.

Li gorî agahiyên malbatên wan dane, di dema vegerê de hêzên desthilata Şamê ew li ser benda kontrolê sekinandin û gotin vegerin malên xwe. Lê hevjînên wan jî ji bo lêpirsînê birin cihên xwe û hîna çarenûsa wan ne diayr e. Her wiha erebe, telefon revandiyan û telefonên jinan jî hatin desteserkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku di dema revandina wan her sê welatiyan de hêzên desthilata Şamê li wan da û heqaret li wan kir.

(fr)