Jinên ji Eyn Îsayê beşdarbûna kujerên jinan di desthilata Şamê de şermezar kir

Jinên ji bajarê Eyn Îsayê beşdarbûna kujerê Hevrîn Xelef di civîna li Şamê de û bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcdaran, şermezar kir.

Jinên ji Eyn Îsayê beşdarbûna kujerên jinan di desthilata Şamê de şermezar kir
2 sibat, 2025   21:05
EYN ÎSA

Rêxistina Kongra Star a bajarê Eyn Îsayê bi beşdariya jinên bajêr ji bo şermezarkirina beşdarbûna çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di civîna li Şamê de çêbûye û tê de gelek serçeteyan li herêmên dagirkirî sûc kirine, daxuyaniyek da.

Rêvebera Kongra Star Letîfe El Dehiş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hebûna serçeteyên mîna Mihemed El Casim (Ebû Emşe) û Hatim Ebû Şeqra di civîna li Şamê de hat şermezarkirin. Van serçeteyan û gelek çeteyên din li herêmên dagirkirî gelekên sûcên revandin, tecawîzkirin û qetilkirin pêk anîne.

Kongrayê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku hebûna wan di civîneke wiha de rewakirina sûcên wan e. Her wiha bêdengiya navneteweyî li hember van sûcdaran jî hat şermezarkirin.

Di dawiyê de beşdaran got "Na ji kujerên gelên Sûriyeyê re" û"na ji kujerên jinan re."

(fr)

ANHA