Li Siwêdayê şerekî giran rû dide

Di navbera Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayî û hêzên hikumeta veguhêz de şerekî giran rû dide.

Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
6 îlon, 2026   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî aghaiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandiye, li eniya girtîgeha sivîl a li gundê El Mensûra û girtîgeha sivîl a bajarokê Rîma Hazimê yên bakurê rojavayê Siwêdayê şerekî giran di navbera Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê û hêzên hikumeta demkî de rû dide. Di şer de çekên navîn tên bikaranîn.

Der barê encamên şer de tu zanyarî nehatin bidestxistin.

Şer heya vê kêliyê dewam dike.

(bb)