Li Hesekê şehîd Mihemed Îsa hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê El Dawûdiyê ê Hesekê, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Îsa oxir kir.

Li Hesekê şehîd Mihemed Îsa hat oxirkirin
Li Hesekê şehîd Mihemed Îsa hat oxirkirin
Li Hesekê şehîd Mihemed Îsa hat oxirkirin
Li Hesekê şehîd Mihemed Îsa hat oxirkirin
Li Hesekê şehîd Mihemed Îsa hat oxirkirin
Li Hesekê şehîd Mihemed Îsa hat oxirkirin
Li Hesekê şehîd Mihemed Îsa hat oxirkirin
3 îlon, 2026   12:46
HESEKÊ

Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Dêrsim Hesekê axivî û da zanîn ku şehîd Mihemed Îsa di rêwîtiya şoreşê de, xwedî roleke bihêz e û got: “Ji bo serxistina şoreşa ku li ser azadî, demokrasî û jiyana birûmet hatiye avakirin, jiyana xwe borand.” 

Dêrsim Hesekê got: “Em ne tenê sozê didin şehîd Mihemed Îsa, em didin hemû şehîdan; em ê ji bo tişta ku şehîdan ji bo wê ked daye, têkoşînê bidomînin.”

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îdrîs Hesekê jî sersaxî ji bo malbata şehîd Mihemed Îsa xwest û rola wî ya di şoreşê de bi bîr anî û got: “Şehîd Mihemed Îsa yek ji kesên destpêkê bû ku cihê xwe di şoreşê de girt.”

Bi navê Kongra Îslama Demokratîk Nasir Cinêd jî axivî û got: “Şehîd ronahiya dinyayê ne, ew ji bo jiyana gelê xwe û jiyaneke azad jiyana xwe borand.”

Dûre wesîqeya şehîd Mihemed Îsa ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan Guljîn Ehmê ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin û cenazeyê şehîd Mihemed Îsa li Pakrewangeha Şehîd Dijwar hat veşartin.

(sb)

ANHA