Li Hesekê pirsgirêka çopê û çareserî

Şêniyên bajarê Hesekê ji ber kombûna zêde ya çopê bi gazinc in. Şaredariyê sedemên vê pirsgirêkê vegot û diyar kir ku di çend rojên pêş de çareser bike.

Li Hesekê pirsgirêka çopê û çareserî
Li Hesekê pirsgirêka çopê û çareserî
Li Hesekê pirsgirêka çopê û çareserî
Li Hesekê pirsgirêka çopê û çareserî
Li Hesekê pirsgirêka çopê û çareserî
Li Hesekê pirsgirêka çopê û çareserî
4 kanûn, 2025   09:02
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Di rojên dawîn de pirsgirêka belavbûna çopê li kolanên bajarê Hesekê zêde bûye. Şênî ji ber vê belavbûna bêhna genî û zêdebûna mêşan bi gazinc in.

Li gorî Şaredariya Gel a bajarê Hesekê, rojane ji 250-300 ton çop ji bajar derdikeve. Lê pirsgirêk di kêmbûna erebeyên rakirina çopê de ye. Şaredarî bi 24 erebeyan tenê çopê diavêje sergoyê li ser rêya Reqayê.

Berpirsên Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Hesekê diyar kir ku li gorî 2 danan; sibeha û êvarî çop ji bajar tê rakirin, lê pêdiviya bajar bi zêdetirî 80 erebeyê heye da ku xizmeta her çar beşên bajar bike.

Rêveberê Nivîsgeha Paqijiyê ya Şaredariya Gel Xazî El Seîd der barê sedema kombûna çopê de diyar kir ku kêmbûna erebeyên paqijiyê û xirabûna wan, her wiha kêmbûna hejmara xebatkaran sedemên derengmayîna komkrina çopê ye. El Seîd destnîşan kir ku kargeha zîvirandina çopê jî ji ber sedemên teknîkî sekiniye, di encamê de pirsgirêka kombûna çopê zêdetir bû.

Têkildarî çareseriyê jî El Seîd diyar kir ku planeke Şaredariya Gel heye ku veberhêneran ji bo rakirina çopê ji bajarê Hesekê bîne û anî ziman, di rojên pêş de dê guhertinek mezin di derbarê vê pirsgirêkê de çêbibe. Her wiha got: "Şaredariya Gel bajarê Hesekê li gorî 4 beşan dabeş kiriye. Ji bo her beşekî dê veberhênanên paqijiyê bîne da ku pirsgirêk bi dawî bibe. Ji bo sergoyê jî dibe cihek nêzî bajar were diyarkirin."

Gazî El Seîd di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên bajar kir ku bi karkerên paqijiyê re bibin alîkar û diyar kir ku şêniyan tevahî bar daye Şaredariya Gel, şaredarî jî nikare bi tenê vî barî rake.

(bb)

ANHA