Di 5 operasyonên QSD'ê de 11 çete hatin girtin

QSD'ê di meha Mijdarê de 5 operasyon pêk anîn. Di encamê de 7 çete û 4 serçete hatin girtin û gelek çek, cebilxane û teqemenî hatin desteserkirin.

Di 5 operasyonên QSD'ê de 11 çete hatin girtin
4 kanûn, 2025   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê didomînin. Hêzan di meha Mijdara borî de 5 operasyonên ewlekariyê pêk anîn. Di encamê de çete û serçeteyên DAIŞ'ê ku di heman mehê de 22 êriş li dijî herêmê pêk anîbûn, hatin girtin.

Di 1'ê Mijdarê de QSD'ê operasyonek li bajarokê Til El Semin ê bakurê kantona Reqayê pêk anî û di encamê de 5 çeteyên DAIŞ'ê, ji wan 3 serçete bûn ku li dijî xalên ewlekariyê û saziyên sivîl êriş pêk anîbûn, hatin girtin.

Di 6'ê Mijdarê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyonek li bakurê kantona Dêrazorê pêk anî û di encamê de 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin.

Di 8'ê Mijdarê de Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) û QSD'ê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlekariyê di hundirê kampa Holê de pêk anî. Di encamê de serçeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Beha Mesîrî (Ebî Ebdurehman) ê ji Iraqê, hat girtin.

Di 19'ê Mijdarê de QSD'ê li gundê Xanim El Elî yê rojhilatê kantona Reqayê 2 balafirên bêmirov ên çeteyên DAIŞ'ê ku ji xalên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derketibûn, anîn xwarê.

Di 20'ê Mijdarê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê ku ji 2 çeteyan pêk dihat, ji hev xist. Hêzan mikurhatina her du çeteyan belav kirin ku dibêjin ew ji aliyê kesekî li Şamê ve hatin erkdarkirin û desteka lojîstîk û madî ji serçeteyekî li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî distandin da ku êrişan li dijî hêzên leşkerî û ewlekariyê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin.

Di encama operasyonên meha Mijdarê de 11 çete hatin girtin, ji wan 4 serçete bûn.

Ajansa me amarên 6 operasyonên QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên meha Cotmehê belav kiribûn ku di encamê de 79 çete hatin girtin, ji wan 2 serçete bûn.

Ji destpêka îsal ve, QSD û hêzên ewlekariyê 81 operasyon li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn, di encamê de 185 çete, ji wan 9 serçete bûn, hatin girtin û 7 çete hatin kuştin, ji wan 2 serçete bûn.

(mh)

ANHA