Li herêma Cizîrê wê ji bo 26 gerîlayên şehîd bîranîn bêne lidarxistin

Meclîsên Malbatên Şehîdan diyar kirin ku ji bo 26 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûn wê li Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê çalakiyên bîranînê bêne lidarxistin.

Li herêma Cizîrê wê ji bo 26 gerîlayên şehîd bîranîn bêne lidarxistin
13 cotmeh, 2026   12:57
QAMIŞLO

Meclisên malbatên şehîdan ên bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê dest bi ragihandina nasnameyên 26 gerîlayên Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-STAR) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ku di salên cuda de şehîd bûne, kir.

Meclis ji bo ragihandina nasnameyan niha serdana malbatan dike.

Li gorî agahiyên ku Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê dane, li Qamişloyê 20 şehîd, li Amûdê 2, li Tirbespiyê 3 û li Til Hemîsê şehîdek hene.

Meclisa Malbatên Şehîdan amadekariyên lidarxistina merasîmê xiyabî û sersaxiyê li Stadyuma Heysem Kiço ya li Qamişloyê dike. Merasîm sibê saet di 10:00`an de dê dest pê bike.

Meclisê bang li şêniyên herêma Cizîrê kir ku beşdarî merasîmê bibin. Tê payîn ku îro wesîqeyên şehadetê yên şehîdan bi awayekî fermî werin ragihandin.

(sb)

ANHA