Li Siwêdayê karmendên ji kar hatin dûrxistin çalakî li dar xist

Bi dehan karmendên Gerînendetya Kar û Barên Civakê û Xebatê ji kar hatin dûrxistin xwepêşandan li dar xist.

Li Siwêdayê karmendên ji kar hatin dûrxistin çalakî li dar xist
Li Siwêdayê karmendên ji kar hatin dûrxistin çalakî li dar xist
Li Siwêdayê karmendên ji kar hatin dûrxistin çalakî li dar xist
Li Siwêdayê karmendên ji kar hatin dûrxistin çalakî li dar xist
13 cotmeh, 2026   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî biryara dûrxistina nêzîkî 100 karmendên Gerînendeya Kar û Barên Civakî û Xebatê ya Siwêdayê, îro bi dehan karmendan xwepêşandan li dar xist.

Karmendên jin ên ji bajarê Selxedê dane zanîn ku biryara dûrxistina wan hate dayîn ku bêyî karên wan were nirxandin. Karmendan biryar bi neheqiyekê bi nav kir û got, wan di mehên dawîn e karê xwe domandin û li benda çareserkirina rewşa xwe ya diravî û îdarî mabûn.

Karmendekî destnîşan kir ku ew çend caran çû Şamê û hevdîtin bi wezîra Kar û Barên Civakî û Xebatê re kir. Karmend anî ziman ku wezîr jê xwest ku karê xwe bike û wî domand. Her wiha îşaret pê kir ku wî nivîsek bi daxwaza edaletê û çareserkirinê kir, lê 2 meh derbas bûn bêyî ku çareserî ji rewşa wan re were dîtin.

Karmendek jin jî da zanîn ku tevî wê kar berdewam dikir, lê ji biryara dûrxistinê matmayî ma. Karmendê bal kişand ser kar û got, xwezaya karê wan aliyekî mirovî û civakî yê zehmet dixwaze ku pêwîstî bi domandina xizmetkirinê dike.

Karmendan diyar kir ku wan 7 mehan bê mûçe kar kirin û ji biryara dûrxistinê mamtmayî man. Her wiha got, ew bi girêbestên salane kar dikirin û temenên wan mezin bûne, lew ra zehmet e karekî din peyda bikin.

Karmendan bang li aliyên têkildar kir ku biryarê li ber çavan bigirin, rewşa karmendên girêbest carek din binirxînin û mûçeyên wan bidin wan.

(bb)