Şehîd Bawer Agir li ser gora wî hat bibîranîn

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Bawer Agir di salvegera 7‘emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Şehîd Bawer Agir li ser gora wî hat bibîranîn
Şehîd Bawer Agir li ser gora wî hat bibîranîn
Şehîd Bawer Agir li ser gora wî hat bibîranîn
Şehîd Bawer Agir li ser gora wî hat bibîranîn
Şehîd Bawer Agir li ser gora wî hat bibîranîn
Şehîd Bawer Agir li ser gora wî hat bibîranîn
Şehîd Bawer Agir li ser gora wî hat bibîranîn
Şehîd Bawer Agir li ser gora wî hat bibîranîn
Şehîd Bawer Agir li ser gora wî hat bibîranîn
13 cotmeh, 2026   18:43
KOBANÊ

Bi boneya salvegera 7‘emîn a şehadeta rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger- Kobanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger merasîma bîranînê li ser gora wî ya li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê li dar xist.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pe kir. Paşê gul danîn ser gora şehîd û mûm li ser pêxistin.

Bi navê ciwanên Kobanê Şervan Kobanê axivî û soza domandina rêya şehîdan da.

Şervan Kobanê li ser kesayeta şehîd Bawer Agir jî got: "Şehîd Bawer Agir kesayetek şoreşger bû û ji bo parastina gelê xwe li dijî dagirkeriyê heya kêliya dawî kar kir heya gihîşt asta şehadetê.Ji bo me her şehîdek sembola berxwedanê ye û Bawer Agir yek ji van sembolan e."

Di dawiya merasîmê, dayika şehîd Îslim Mihemed stranek li ser şehîdan got.

Bawer Agir 13ʹê Cotmeha 2019ʹan di êrişên êrişa dewleta Tirk a dagirker de li gundê Huwêce yê Girê Spî şehîd bû.

(ct/bb)

ANHA