Li Hemayê nexweşiya hepatît zêde bûye

Li bajar û gundên Hemayê nexweşiya hepatît belav bûye. Hejmara kesên ku bi vê nexweşiyê ketine zêde dibe û piraniya wan jî zarok û kal û pîr in.

Li Hemayê nexweşiya hepatît zêde bûye
15 adar, 2026   05:05
HEMA

Nexweşiya hepatît li bajarê Seqîlbiyê û Selemiyê yên Hemayê belav bûye. Hejmara kesên ku bi vê nexweşiyê ketine zêde dibe û piraniya wan jî zarok û kal û pîr in.

Li gorî gotinên şêniyên herêmê li bajarê Siqêlbiyê, bajarokê Emorîn û gundê Nebil El Xetîb zêdetirî 29 kes û li bajarê Selemiyê jî 15 kes bi vê nexweşiyê ketine.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Hemayê têkildarî pirsgirêka hepatît daxuyanî da û got rewşa tenduristiyê di bin serweriya wan de ye. Şênî jî dibêjin ku hejmara kesên bi nexweşiya hepatît ketine zêde dibe û hinek jî dibêjin dibe ku ava vexwarinê ya gemarî bûbe sedema derketina nexweşiyê.

Şêniyekî gundê Nebil El Xetîb got: “Balkêş e; zarokên ku av ji şebekeya avê ya giştî vexwariye, niha hinek ji wan bi nexweşiya hepatît ketine. Nexweş gelekî wedireşînin, zikê wan diçe û zerik bi wan re çêbuye. Li gorî bijîşk dibêjin ev rewş bi nexweşiya hepatît ve girêdayî ye.”

Rêveberiya Tenduristiyê ya Hemayê bersiv da gazincên gel û diyar kir ku wan ekîbek şandiye da ku pirsgirêkê lêkolîn bike. Di daxuyaniya Rêveberiya Tenduristiyê de hate gotin ku li ser gazinca şêniyan wan ekîbên lêkolînê şandine dibistanên gundê Nebil El Xetîb, bajarê Siqêlbiyê û bajarokên Hewarat û Emorîn.

Şêniyên Siqêlbiyê jî dibêjin komên lêkolînê li gorî pirsgirêka heyî tev negeriyane.

Ji bajarê Siqêlbiyê dayika zarokekî bi nexweşiyê ketiye Henai Salim got: "Ekîbên lêkolînê hatin li pêşiya kamereyan klor xistin nava ava vexwarinê û ji bo tehlîl bikin av bi xwe re birin. Piştre jî ragihandin ku av paqij e û tê vexwarin. Lê heyanî niha zarokan radikin nexweşxaneyan."

Şêniyan diyar kir ku ew ne tenê ji şebekeyên avê yên giştî ditirsin, tankên avê yên dibistanan jî bi mehan e ku nehatine çêkirin û paqijkirin. Li gorî şênî dibêjin dibe ku ava tankên li dibistanan, ne paqij be û dibe sedem ku nexweşiya hepatît çêbe.

ANHA