Koçber li benda vegera xwe ne

Koçberên ji Serêkaniyê zêdetirî 7 salan e ji malên xwe koçber bûne. Şert û mercên li ser wan têne ferzkirin, tehemul dikin û dev ji hêviya xwe bernadin ku rojekê vegerin malên xwe.

Koçber li benda vegera xwe ne
15 adar, 2026   02:35
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Koçberên ji Serekaniyê yên li Dibistana Merwan Yûsiv a bajarê Hesekê dimînin hêviya xwe ya vegerê anî ziman û got ew garantiya vegereke ewle dixwazin.

Elî Memî got: “Di koçberiyê de me gelek zehmetî kişandin. Em jî weke hemû malbatên koçber dixwazin bi ewle vegerin mala xwe û aram bijîn."

Xewla Fitîn jî got: “Koçberiyê gelek şop di jiyana malbatan de çêkir. Malên me çûn û zarokên me dûrî bajarê xwe dijîn. Ez dixwazim vegerim mala xwe ku li Serekaniyê ye. Ez bang li aliyên têkildar dikim ku em zû vegerin malên xwe."

Xewla Mistefa behsa salên xwe yên koçberiyê kir û got: “Berî em werin vir, em bi kirê ji malekê diketin maleke dîtir. Em dixwazin şert û merc baş bibin, ewlehî û aramî çêbe û em vegerin malên xwe. Ez dixwazim vegerim Serekaniyê û serdana gorên xizmên xwe bikim. Mal û milkê me çûn û me bi koçberiyê re gelek ziyan dîtin. Em daxwaz dikin ku mal û milkên me li me vegerînin.”

Kamla Yûsiv anî ziman ku li dibistanan jiyan gelekî zehmet e û got: “Em bê kar in û em nikarin pêdiviyên xwe yên sereke pêk bînin. Jiyana me ya rojane gelekî zehmet derbas dibe. Tişta em hêvî dikim, em vegerin malên xwe û careke din warê xwe bibînin.”

Beşîra Mihemed jî got: “Xelk dixwaze bizane çi li malên wan hatiye. Gelo kes di malên me de heye? Em dixwazin vegerin malên xwe û em her roj li benda vê yekê ne.”

ANHA