Li Hemayê mayînek teqiya; 9 kes birîndar bûn

Li gundewarê Hemayê yê di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de bermahiyek şer teqiya, di nav de zarok 9 kes birîndar bûn.

Li Hemayê mayînek teqiya; 9 kes birîndar bûn
19 cotmeh, 2025   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama teqîna mayînek ji bermahiyên şer de li gundê Cibîn ê bakurê Hemayê di nav de zarok, 9 kes birîdnar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, dema sivîl li nava zeviyên xwe dixebitîn, mayîn bi wan de teqiya. Di encamê de sivîl birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyan.

Ji ber teqîna mayîn û bermahiyên şer ên li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de gelek sivîl dibin qurbanî, li beramber wê yekê tu alî xebatên rakirina van mayînan nagirin ser xwe, heta paşguh jî dikin.

(fr)