Berdevkê artêşa Îsraîlê: Ew ê jinûve peymana Xezayê bi cih bînin

Piştî êrişên bejahî û asîmanî yên artêşa Îsraîlê li dijî deverên cuda yên Şerîda Xezayê ku di encamê de 23 kes hatine kuştin, Îsraîlê diyar kir ku ew ê jinûve peymana agirbesta Şerîda Xezayê bi cih bînin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê: Ew ê jinûve peymana Xezayê bi cih bînin
19 cotmeh, 2025   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee diyar kir ku li gorî perspektîfên siyasî ew ê peymana agirbestê bi cih bînin.

Adraee li ser hesabê xwe yê Xˊê got, "Biryara berdewama bicihanîna peymana agirbestê, piştî Hemasê agirbest bin pê kir, hat dayîn, û li hember her binpêkirinekê wê bersivek tund bê dayîn."

Adraee anî ziman ku di pevçûnên li başûrê Şerîda Xezayê de 2 leşkerên wan hatin kuştin û ew her du piştî 10ˊê Cotmehê hatin kuştin.

Medyayên Filistînê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên îro de 23 kes hatin kuştin.

(fr)