Li Helebê helbestvanekî Kurd hat xelatkirin

Bi sernavê ˊHelbestên ji bo EFrînêˊ Malbenda Heleb a Rewşenbîrî. Sibeyeke helbestê li dar xist û tê de helbestvan Menan Hiskolek bi navê Bavê Cengê xelat kir.

Li Helebê helbestvanekî Kurd hat xelatkirin
Li Helebê helbestvanekî Kurd hat xelatkirin
Li Helebê helbestvanekî Kurd hat xelatkirin
Li Helebê helbestvanekî Kurd hat xelatkirin
Li Helebê helbestvanekî Kurd hat xelatkirin
Li Helebê helbestvanekî Kurd hat xelatkirin
Li Helebê helbestvanekî Kurd hat xelatkirin
Li Helebê helbestvanekî Kurd hat xelatkirin
17 adar, 2024   19:45
MIHEMED EBDO
HELEB

Sibe 18ˊê Adarê salvegera 6ˊan a dagirkirina Efrînê ye, bi vê boneyê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî sibeyeke helbestê bi navêˊHelbestên ji bo Efrînêˊ li dar xist.

Çalakî li navenda Malbaendê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi beşdariya endamên malbendê ji helbestvan, nivîskar û rewşenbîran hat lidarxistin.

Di çalakiyê de pirtûka helbestvan Bavê Cengê ya bi navê Şoreş û Evîn hat pêşandan. Naveroka pirtûkê li ser xweşikbûna xwezaya Efrînê, fedakariyên cotkaran di parastina xwezayê de ye.

Bavê Cengê di 1945ˊan de li gundê Sariya yê Mabeta ya Efrînê ji dayik bûye, yek ji damezrînerên Koma Agirê ya Helebê ye. Ji salên 1990ˊî de di çanda Kurdî de tê dikoşe, li kêlek wê jî pirtûka wî ya yekemîn bi navê Şoreş û Evîn hat çapkirin, her wiha gelek helbestên wî bûn stranên folklorîk mîna ˊHerêma Efrînêˊ.

Bi xelatkirina helbestvan Bavê Cengê li ser berhemên wî çalakî bi dawî bû.

(fr)