MSDˊê li ser serhildana 12ˊyê Adarê, tevgera Sûriyeyê û Efrînê panelek li dar xist

MSDˊê der barê serhildana 12ˊyê Adarê, tevgera Sûriyeyê û dagirkirina Efrînê û rêbazên çareserkirina krîza welat bi vrêya diyaloga sûrî panelek li dar xist.

17 adar, 2024   19:04
QAMIŞLO

Bi diruşma ˊBi qîmetdayîna tevgera mafdar, baweriya bi diyaloga Sûrî-Sûrî wek bingehek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û vegerandina navçeyên dagîrkirî ˊ Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li kantona Cizîrê li hola Zana ya Qamişloyê panelek li dar xist. Di panelê de nûnerên ji partiyên siyasî, akademisyenên herêmê, kesayetên civakî û siyasî beşdar bûn.

Panel ji 3 beşan pêk hat; ya yekemîn ˊˊSerhildana 12ˊyê Adarêˊ ji hêla berdevkê fermî yê MSDˊê Emced Osman, ya duyemîn li ser ˊŞoreşa Sûriyeyêˊ ji hêla hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê ya kantona Cizîrê Hisên Ezam ve û ya sêyemîn li ser ˊDagirkirina Efrînêˊ ji hêla hiqûqnas Sewsen Reşîd ve hatin nîqaşkirin. Endama Meclisa Serokatiya MSDˊê Duriya Remedan panel bi rê ve bir.

ARMANCÊN SERHILDANA 12ˊYÊ ADARÊ

Emced Osman di axaftina xwe de li ser jîngeha siyasî ya cîhanê û herêmê ya beriya serhildana Qamişlo axivî û got: "Serhildana Qamişlo berteka gelê Kurd li dijî zulmê bû. Rejîm bi rêya saziyên xwe yên ewlehî û derxistina fitneyan di nava pêkhateyan de hewl da biçewisîne, lê hişyariya gel ew plan têk bir."

Osman wiha domand: "Tiştê li Qamişloyê di 2004ˊan de rû daye, rejîmê hewl da di dawiya Tebaxa borî li Dêrazorê de bi rêya derxistina fitneyan pêk bîne, lê bi zanîna pêkhateyan têk çû."

Osman wiha axivî: "Rêvebeirya Xweser berhema têkoşîna pêkhateyan a ji 2004ˊan ve ye û ew altarnatîfê desthilat û çewisandinê ye. Di vê qonaxê de serhildanên aştiyane li Sûriyeyê û li Siwêdayê li dijî rejîmê û li Idlibê li dijî Colanê û li Efrînê jî li dijî sûcên pêk tên li dar dikevin. Ji lew re divê ev serhildana ji bo jinûve vegerandina tevgera Sûriyeyê ber bi rêya wê ya rast ve ku guhartineke bingehîn çeke û krîza welat çareser bike, bibe yek."

Di beşa duyemîn de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê ya kantona Cizîrê Hisên Ezam li ser qonaxên tevgera gel a Sûriyeyê tê re derbas bûye, li ser çewisandina saziyên ewlehiyê ji xwepêşandanên banga azadî, edalet û hiqûqê dikirin re axivî.

Ezam wiha got: "Muxalefetê di rêvebirina şoreşê de îsbat kir ku lawaz e û êdî çetetî navê wê ye û di avakirina saziyên neteweyî li herêmên di bin kontrola wê de bi bin ket. Ji ber ku ji cewhera şoreşê bi dûr ket. Gelê Sûriyeyê bi şoreşeke ku armanca wê wêrankirina binesaziyê ye ve hate xapandin."

ˊXETA SÊYEMÎN Û RÊVEBERIYA XWESERˊ

Ezam wiha domand: "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xeta sêyemîn bingeh girt, xwe ji rejîm û muxalefetê bi dûr xist û bi rêya pêşkêşkirina projeya demokratîk rêbazên çareseriyê pêşkêş kirin."

Ezam anî ziman ku ruxmî astengî û girêkbûna dosyaya siyasî, lê li ser tevahî etnîkên civata Sûriyeyê tê ferzkirin bi hev re bi berpirsiyarî ji bo avakirina civakeke hevgirtî di aliyên aborî û siyasî de bixebitin.

DAGIRKIRINA EFRÎNÊ

Di beşa sêyemîn a ˊdagirkirina Efrînêˊ de çalakgera hiqûqnas a Efrînî Sewsen Reşîd axivî û got: "Di encama lihevkirin û bazariyên navneteweyî de Efrîn hat dagirkirin, Xota li beramber Efrînê. Ruxmî derbasbûna 6 salan di ser dagirkirinê re hîna sûc li dijî xelkê wê ji hêla dagirkeriya Tirk ve pêk tên, nasname, çand tên wêrankirin û demografiya herêmê tê guhartin."

Sewsen bang kir ku ji bo doza Efrînê, belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin bixebitin û ji aliyên taybet re bişînin ku kujer û sûcdaran hesab bikin.

Dûre deriyê nîqaşê hat vekirin. Lêkoler û nivîskarê Efrînî Ebdullah Şikakî axivî û got: "Gelê Sûriyeyê di aliyê objektîfî de ji şoreşê re amade bû, lê muxalefet ne amade bû û hêzên derve mîna dewleta Tirk ew ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar anîn. Armanca wan dagirkirina Efrînê û valakirina herêmê bû ku herêmên din dagir bikin."

Endamê Partiya Vîna Gel Mecdel Doko jî diyar kir ku çareseriya krîzê di çareseriya siyasî û pêkanîna biryarên navneteweyî de ye.

 Siyasetmedarê serbixwe Mihemed Salih jî got dewleta Tirk di krîza Sûriyeyê de roleke qirêj dilîze, lê mixabin hin sûriyeyî û îtîlafa muxalif pişta xwe didin dewleta Tirk û got: "Divê krîza bi rêya diyalgoa Sûriyeyî were çareserkirin û kî pişta xwe bide derve dê zirarê bibîne."

Siyasetmedara serbixwe Heyva Mehmûd jî got şoreşa Sûriyeyê rêveçûna dîrokê guhart, xwedî bandorên mezin bû, krîz û nakokiyên li cem gel aşkera kirin.

Endamê Heyet Tensîq a Neteweyî Xelef Dawû d got Sûriye dewleta xwedî vîna ji dest dayî ye û destwerdêr li gorî berjewendiyên xwe dixebitin.

Her wiha endamê Partiya Vîna Gel Ehmed Ciwêl da zanîn divê biryara 2254ˊan pêk bê û destûreke nû ya Sûriyeyê ku doza Kurdan tê de bê çareserkirin were nivîsandin.

Her wiha muxalifê Sûriyeyî Elî Rehmon jî got Şam û muxalif ne xwedî tu çareseriyekê ne û der barê projeya Rêveberiya Xweser de got: "Herêmê herêma kişandina sûriyeyiyên neteweyî ne û ji diyalogê re vekirî ye. Yekitiya Sûriye û hêzên Sûriyeyê bingeha çareseriya siyasî ye."

Endamê Meclisa serokatiya MSDˊê Mihemed Elî Hesen Elî anî ziman ku divê ders werin girtin û siyasetên pêşerojê ji bo çareserkirina krîzaê bên nexşekirin.

(fr)

ANHA