‘Niyate DYA`yê tune ye ku şerê li Xezayê bi dawî bibe’

Profesorê peywendiyên siyasî Husam Farûq got DYA dikare fişarê li Netanyahu bike, ji ber ku Tel Evîv ji destpêkê ve bi çekên DYA’yê şer dike lê niyate DYA`yê tune ye ku şerê li Xezayê bi dawî bibe.

‘Niyate DYA`yê tune ye ku şerê li Xezayê bi dawî bibe’
18 adar, 2024   05:37
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Profesorê peywendiyên siyasî û edîtorê rojnameya El Cumhuriye ya Misirê Dr. Husam Farûq têkildarî rewşa li Xezayê û derengmayîna agirbestê, ji ajansa me re axivî.

Husam Farûq got: "Agirbest bi meşandina fişaran li ser Îsraîlê ve girêdayî ye. Lê belê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tenê dikare fişarê li Îsraîlê bike. Lê xuya ye ku DYA naxwaze şer bi dawî bibe. Ji ber ku ragihand ew piştgiriya Îsraîlê dike. Dibe rêveberiya Amerîkayê di hin mijaran de bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu re nakok be, lê dev ji piştgiriya Îsraîlê bernade. Ev piştirî giştî û mutleq e."

Farûq wiha domand: “Washington dikare fişarê li Netanyahu bike ji ber ku Til Evîv ji destpêkê ve bi çekên wê şer dike. Çek û fatûreya şer, her tiştî DYA fînanse dike. Beriya 2 hefteyan Kongreya Amerîkayê pêşniyarek qebûl kir ku 14 milyar dolar wek piştgirî bidin Îsraîlê. Heke Washington fînanseya xwe rawestîne, Îsraîl nikare heta nîv saetekê jî di şer de li ber xwe bide.”

Farûq destnîşan kir ku aliyê yekane yê sûd ji şer digire Netanyahu û partiya wî û hevalbendiya rastgir e û wiha pê de çû: "Rawestandina şer, tê wateya darizandina Netanyahu, ji ber ku bi bin ket û li dijî wî dozên gendeliyê hene. Wê dawiya Netanyahu be. Ji ber wê Netanyahu şer ranawestîne, hincet jî parastina Îsraîlê ye û ev “şerê hebûnê” ye."

BANDORA ŞERÊ XEZAYÊ LI SER HERÊMÊ

Der barê bandora şerê li Xezayê yê li ser herêma Rojhilata Navîn û herêmê de, Farûq got: "Ji destpêkê ve bandorên mezin li herêmê kir. Bi nêrîna min, şerê dawîn dê bandorê li dozên herêmî yên mezin bike wek aloziya Erebî-Îsraîlê."

Farûq wiha berdewam kir: "Netanyahu hewl dide doz li gorî vegotineke îsraîlî pêşkêş bike, yanî Xeza nemîne. Ev cesareta Netanyahu ya li ser tesfiyekirina dozê û bidawîkirina aloziyê li gorî berjewendiyên Îsraîlê, bi nêrîna min dê bandorê li dozên din bike. Divê ev doz li gorî qanûnên navneteweyî û çareseriyeke adil, çareser bibe. Her du dewlet ji hev bên cudakirin û dewleteke Filistînê ava bibe ku paytexta wê Quds El Şerqiye li ser sînorên 4`ê Hezîrana 1967`an be. "

Farûq di dawiyê de got: "Cudakirina her du dewletan, dê bi hêsanî bibe. Ji ber ku aliyê bi hêz dikare fişarê li Netanyahu bike. Ji lew re DYA dikare bi rêya rawestandina alîkariyan fişarê li Îsraîlê bike. Pirsgirêka Meclisa Ewlehiyê û bikaranîna vetoyê li dijî her biryarekê ku Îsraîlê tawanbar dike çareser bibe. Her wiha divê pirsgirêka Vetoyê çareser bibe, ji ber ku vê pirsgirêkê hiştiye ku Meclisa Ewlehiyê bibe mecliseke demborî."

(şx)