Li Helebê civînên xwendina Manîfestoya ’’Aştî û Civaka Demokratîk’’

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civînên xwendin û şîrovekirina Manîfestoya "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kir.

6 îlon, 2025   13:04
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo xwendin û şîrovekirina Manîfestoya "Aştî û Civaka Demokratîk " a Rêber Abdullah Ocalan hefteyek veqandiye.

Civînên xwendin û şîrovekirina manîfestoyê li avahiya TEV-DEM’ê ya li taxa Şêxmeqsûdê tên birêxistinkirin. Di civînan de ku rojane zêdetirî 8 dewam dikin, 24 nûnerên yekitiyên TEV-DEM’ê  manîfestoyê dixwînin û şîrove dikin, nêrînên xwe der barê navaroka wê de parve dikin.

Der barê mijarê de rêvebera Meclisa Jinan a TEV-DEM’ê Necwa Ehmed diyar kir ku birêxistinkirina civînên xwendina Manîfestoya ’’Aştî û Civaka Demokratîk’’ ji bo fêmkirina rewşê û analîzkirina qonaxa dîrokî ya heyî pêwîstiyek e. Necwa anî ziman ku manîfesto nirxandinên stratejîk ji bo fêmkirina guhertinên radîkal ên di projeya demokratîk de pêşkêş dike.

Necwa destnîşan kir ku manîfesto di beşên xwe yên dawîn de nêrîneke nû ya têkoşînê pêşkêş dike û wiha domand "Têkoşînê  ji çanda çek vediguherîne çanda axaftin û lihevhatinê. Ev yek di biryara Rêber Abdullah Ocalan a fesixkirina PKK’ê de û destpêkirina têkoşîna aştiyane de diyar dibe. Divê em jî vî rêbazê di prtîkê de pêk bînin."

Rêvebera Yekitiya Pîşeyên Bijîşkî Nezmiye Silêman beşdarî civînên xwendina manîfestoyê bûye, bal kişand ser girîngiya manîfestoyê di pêşxistina zanista dîrokî û fêmkirina pêvajoya siyasî ya heyî de û got: "Divê em xwedî agahiyên kûr li ser nasname û doza xwe bin, da ku siyasetên paşguhkirinê yên ku pergalên serdest li ser me ferz dikin, derbas bikin. Koka hebûna dîrokî ye û kûr e. Divê em vê heqîqetê fêm bikin û biparêzin."

Nezmiye Silêman diyar kir ku divê navaroka manîfestoyê di çarçoveya xwendinê de sînordar nemîne, lê divê bi civakê re were parvekirin û pêkanîn û got: "Her hemû beşên civakê tê xwestin ku xwedî li fikir û felsefeya Rêbertî derketin da ku nifştekî rêxistinkirî û zane ava bibe ku karibe aloziyan derbas bikin û rewşê pêşde bibin."

Partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komîn ên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  jî dest bi rêxistinkirina civînên xwendin û şîrovekirina Manîfestoya "Aştî û Civaka Demokratîk" kirine.

(bb)

ANHA