Şandeyek Rêveberiya Xweser operasyona li Holê şopand

Şandeyek Rêveberiya Xweser di serdana xwe ya kampa Holê de girîngiya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di mîsogerkirina ewlehiya kampê û parastina niştecihên de vegot.

Şandeyek Rêveberiya Xweser operasyona li Holê şopand
Şandeyek Rêveberiya Xweser operasyona li Holê şopand
Şandeyek Rêveberiya Xweser operasyona li Holê şopand
Şandeyek Rêveberiya Xweser operasyona li Holê şopand
Şandeyek Rêveberiya Xweser operasyona li Holê şopand
Şandeyek Rêveberiya Xweser operasyona li Holê şopand
Şandeyek Rêveberiya Xweser operasyona li Holê şopand
Şandeyek Rêveberiya Xweser operasyona li Holê şopand
6 îlon, 2025   12:58
HESEKÊ

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzê Ewlekariya Hundirîn –Jin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve bi desteka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koaslîyona Navneteweyî hatiye destpêkirin, di roja duyemîn de berdewam dike.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi armanca şopandina operasyonê serdana kampê kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed, hevserokên Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Cizîrê Zehra Semio û Ubeyda El Zobai û cîgirê wan Mehmûd Mihemed pêk hat.

Fermandarên operasyonê rêveçûna operasyonê ji şandeyê re şîrove kir. Endamên şandeyê jî girîngiya operasyonê di mîsogerkirina ewlahiyê û parastina koçberan de vegot. Her wiha diyar kir ku dê ji bo dabînkirina pêdiviyên mirovî û başkirina mercên jiyanî li kampê piştgiriyê bidomînin.

(bb)

ANHA