Li Helebê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Kurdên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyekê pîroz kir.

Li Helebê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
15 gulan, 2026   12:47
HELEB

Komeleya Lêlonê ya Mirovî û Civakî ya Ii taxa Eşrefiyê ya Helebê, bi hevkariya Rêveberiya Çandê ya Helebê, Cejna Zimanê Kurdî li avahiya komeleyê pîroz kir.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Manan Caefar semînerek der barê zimanê kurdî de da, her wiha hunermed Rêzan Bekir stranên kurdî pêşkêş kirin.

Di çalakiyê de, endamên Komeleya Lêlonê diyar kir ew piştgiriya zimanê kurdî û xebata ji bo parastin û pêşvebirina hebûna wî di civakê de dikin.

(k)