Rûsya û Ukraynayê dîlgirtî bi hev guhertin

Rêveberiyên Moskow û Kîevê ragihandin ku her du aliyan 205 dîlgirtiyên şer berdane. Hat diyarkirin ku pevguhertin bi navbeynkariya Îmaratên Ereb ên Yekbûyî pêk hatiye.

Rûsya û Ukraynayê dîlgirtî bi hev guhertin
15 gulan, 2026   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navbera Rûsya û Ukraynayê car din pevguhertina dîlgirtiyan pêk hat. Artêşa Rûs ragihand ku her du aliyan jî 205 dîlgirtî radest kirine.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de wiha hate gotin, “205 leşkerên Rûs ji herêmên di bin kontrola Kîevê de hatin radestkirin. Li beramber vê yekê jî 205 dîlgirtiyên şer ên Ukraynayî hatin radestkirin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku leşkerên Rûs ên hatine berdan, niha li Belarûsê ne û alîkariya psîkolojîk û tibbî dibînin.

Rêveberiya Moskovê diyar kir ku Îmaratên Ereb ên Yekbûyî di pevguhertina dîlgirtiyan de rola navbeynkariyê lîstiye.

Pevguhertina dîlgirtiyan ya navbera her du welatan, berê 24’ê Nîsanê pêk hatibû. Di wê demê de her du aliyan 193 kes berdabûn.